03 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2016
ÎSTANBUL
Karsaz Halîs Toprak (78) li bajarê Nîcê ya Fransayê wefat kir.
Li gor agahiyan Toprakê ku ji ber nexweşiya dil rakirin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê mir. Cinazê Toprak wê îro ji Fransayê bînin Stenbolê.
Der barê definkirina Halîs Toprak de hê agahî tune û piştî biryara malbatê wê bê eşkerekirin.
Halîs Toprak Liceya navçeya Diyarbekirê di sala 1938an de ji dayik bû. Toprak li Edeneyê dest bi kar kir. Di 30 qadên kar yên wek seramîk, kaxiz, derman û xurek de kar kir û xwediyê Holdînga Toprakê ye.