DIYARBAKIR
Serokê komeleyê Serhad Mêrdînî, daxuyand ku ev demeke dirêj e bi komeke ciwanan re xebatên çandî dikin û demekê beriya niha biryar dane ku van xebatên xwe di bin banê komeleyeke fermî de bidomînin.
Mêrdînî, got ku li ser vê yekê komele ava kirine û serî li Midûriyeta Komeleyan a Diyarbekirê dane û wiha pê de çû:
"Li gorî qanûnê piştî serlêdana li Midûriyeta Komeleyan a Bajêr, divê di nava 15 rojan de em tabelayê daliqînin. Me jî li gorî qanûnê tabelaya "Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê" daliqand. Midûriyeta Komeleyan a Bajêr, dê di navbera 30-60 rojan de ji bo serlêdana me bersiveke erênî yan jî neyînî bide. Wek komele armanca me ew e ku em xebatên qanûnî li ser kevneşopa kurdan bikin. Me berê jî heman xebat dikirin. Em ê bi saya komeleyê xebatên xwe li ber çavan û qanûnî bidomînin. Fikra me çi be em vê dibêjin. Me hêj dest bi qeydkirina endaman nekiriyê. 11 endamên avaker xwendekarên zanîngehê ne."