Komeke kurdên Sûriyeyê yên ku xwe sipartibûn Tirkiyeyê derbasî Kobanêyê bûn.
Kurdên Sûriyeyê yên ku ji ber şerê di navbera DÎŞI û hêzên kurdan da xwe sipartibûn Tirkiyeyê, piştî ku DÎŞI ji herêmê vekişiya qefle qefle derbasî welatê xwe dibin.
Qefleyeke ku ji hezar û 500 kesî pêk tê ji bo derbasî welatê xwe bibin hatin ber Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê. Piştî kotrolkirina nasnameyan û qeydkirinê kurdên Sûriyeyê derbasî Kobanêyê bûn.
Hêzên ewlehiyê jî di dema debasbûnê da alîkariya penaberan dikin.
Esma Husama ji Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Şert û mercên Kobanêyê zor û zehmet in, lê dîsa jî em dixwazin vegerin welatê xwe."
Elî Karze jî destnîşan kir ku ji bo diçe welatê xwe kêfxweş e.