Serokê Lijneya Rêvebiriya Holdînga Veberhênana Eksîmê der heqê lêpirsîn û sûcên ku di çarçoveya lêpirsînê de avêtine stûyê wî de pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin.
Tîvnîklî îdiayên der barê firotina ATV-Sabahê de got ku ev "ecêbtiya hiqûqê" ye û wiha pê de çû: "Eleqa me bi firotina ATV-Sabahê tuneye. Jixwe di fezlekeyê de sûcekî wiha navêjin stûyê me. Em ji derveyî welêt ji bo kiryarên xwe yên saziyî fînansmanan dibînin. Komên hewl didan ku ATV-Sabahê bistînin jî pere ji me xwestin. 'Em nikarin pere bidin we, lê em dikarin berê we bidin cihên ku li derveyî welêt pera bidin we.' Heta ev axaftin di tapeyan de jî wiha derbas dibe."
Tîvnîklî got ku dema meriv li van axaftinê bi têlefonê dinihêre, diyar e ku berê veberdêr dane derveyî welêt an jî karên wî yên bankê derdikeve û wiha got: "Her çend ew qas qeydên dengan eşkere be jî, dîsa tişt li dengan zêde kirine. Tu dêna xwe didiyê 3 hevok tape hene, lê wan 30 hevok lê zêde kirine."
Karsaz Tîvnîklî pirsên der barê eraziyê ku tê îdakirin ku yê Xelqbankê ye de jî bersivand û wiha got: "Sal û nîveke têlefon guhdar kirine, lê tiştek nedîtine. Gotine em çawa sûcekê çêbikin? Ji ber vê yekê 30 heb şîrove li axaftinên bi têlefonê zêde kirine. Min dixwast ku belgeyeke wê hebûya. Divê bi delîl ev tişt bikirana. Tu delîl û belgeyekê nîşan nadin."
Tîvnîklî diyar kir ku beriya ew biçin dozgeriyê tape di înternetê de hatibûn weşandin û guhdarkirina wan ji her kesî re serbest bû û wiha dewam kir:
"Me jî digot qey wê der barê mijara ersê Xelqbankê de pirsan ji me bipirsin. Hevalên me yên hiqûqvan li ser vê mijarê xebitîn. Em çûn Dadxaneyê û me ji dozger re got. Bûyera Xelqbankê tam ecêba hiqûqê ye. Heke hevalên têkildar zehmet bikirana û li belgeyên vê mijarê binihêriyana, wê demê wê sûc neavêtana stûyê me. Wê bidîtana ku niheqî li me hat kirin. Erazî yê Xelqbankê nîne, lêbelê banke şirîkê erazî ye. Ji bo ku erazî bê firotin civînê dikin û bi daxwaza xwediyê erazî erazî bazar dikin û difroşin. Fîrmayek tenê ket îhaleyê, ew jî em bûn û me erazî stend. 39 roj şûnde biryareke dadgehê gihîşte me. Ev biryar radigihîne ku tapiya erazî betal bûye. Pişt re em pê dihisin ku hinceta betalkirina tapiyê ewraqê sexte ye. Me serî li Dadgeha Bilind da û Dadgeha Bilind jî biryara dadgeha herêmî betal kir. Piştî betalkirina Dadgeha Bilind doz cardin tê dîtin. Hevalê ku ev mesele wek 'skandala erse' nivîsî tapeyan, heke ku berê xwe bida dozê, wê bidîta ku niheqiyeke mezin li me hat kirin."
Tîvnîklî got ku dosye bi awayekî rêk û pêk amade nekirine û tê de gelek klasor hene. Li ser vê dosyeyê nîv saetî sekinîne û biryar dane. Dema ku ev biryar dane pey niyeteke baş neketine. Tîvnîklî wiha dewam kir: "Bi tepeyan lîstine û hewl dane ku sûc bikin stûyê me. Gotine ku em çawa bi van tapeyan bilîzin û sûcekî derbixin holê. Bi destûra Xwedê tiştekî ku serê me berjêr bike tuneye. Em serbilind in. Em ê li heqê xwe bigerin."
- Îbrahîm Kalin
Tîvnîklî got ku di çarçoveya lêpirsînê de dest dan ser mal û milkên me, lê ev biryar negihîşt me. Em jî ji çapemeniyê hîn bûn. Me ji bo vê yekê îtiraz kir.
Tîvnîklî der barê axaftinên tê îdiakirin ku di navbera wî û Îbrahîm Kalin de derbas bûye jî axivî û got ku ew ji zaroktiya xwe vir de Kalin nas dike û wiha dewam kir:
"Min perê texsîtên dibistana zaroka Îbrahîm bey da. Ne tenê ew, em bûrsê didin gelek xwendekaran. Sûcê ku dikin stûyê me û Îbrahîm Kalin, der heqê şopandina karên Serokwezîrtiyê de ye. Ev çend sal in ku biryarên veberhênanê bi erêkirina Serokwezîrtiyê çêdibin. Dema biryardayînê hin caran dirêj dibe. Em jî der barê vejenê de li hin herêman stûnên ku bayê dipîvin diçikînin, yanî stûnê bi 10 hezar lîreyî. Heta çikandina van stûnan jî bi erêkirina Serokwezîrtiyê çêdibe. Serokwezîrtî hin caran 9 meh ser re derbas dibe paşê erê dike. Ji ber ku dema normal a van tiştan derbas bû me jî ev ji serokwezîrtiyê pirsî. Me ji bo van serî li musteşariyê jî da. Em li musteşar jî geriyan. Anîne ev axaftin bi bûrsê re têkildar kirine. Ev jî karê mirovahiyê nîne. Ez ji bo vî welatî dixebitim da ku vejena vî welatî zêde bibe, hin kes jî tên me têlefonên me guhdar dikin û sûc dikin stûyê me."