19 Hezîran 2016•Rojanekirin: 20 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Li Licêya navçeya Diyarbekirê qedexeya derketina derva ya ku li 13 gundan hatibû îlankirin, piştî kutakirina operasyona li dijî PKKya rêxistina terorê, rabû.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, li dijî terorîstên ku li çil û çiya û daristanên Licê ne, li herêmên navbera gundên Yamaçli, Yalimli, Buyukçag, Saydamli, Bayirli, Seyrek, Yeşîlburç, Konuklu, Kiliçli, Akçabudak, Ulucak, Yorulmaz û Baharlarê operasyon hat kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo ewlehiya can û malê gel û li gor benda Qanûna Îdareya Bajêr qedexeya ku di 18ê hezîranê da dest pê kir, di 19ê hezîrana 2016an roja yekşemê ji saet 10.00an pê va hat rakirin.