Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê bi dest xist, tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li dijî Qaçaxçitî û Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê lêpirsîna xwe ya der barê gendeliya di KPSSya sala 2010an de didomînin. Li dû operasyona ewil, ji bo qonaxa 2yemîn tîmên ewlekariyê ber destê sibehê dest bi operasyonê kirin.
Bi telîmata Dozgerê Komarê polêsan di heman wextê de li 21 bajarî avêtin ser adrêsên ku ji berê de hatibûn kifşkirin û 25 berşik desteserkirin. Berşikên ku li Enqereyê hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê ya li Saziya Tiba Edlî anîn Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê û herwisa hat zanîn berşikên ku li bajarên din hatin desteserkirin jî dê bînin Enqereyê.
- Piraniya berşikan li malên xwe nehatin dîtin
Dîsa hat zanîn hejmara berşikên ku ji bo wan biryara binçavkirinê heye digel ku 78 kes in, lê ji ber ku li ser medyaya civakî nîvê şevê daxuyanî hat dayîn û piraniya wan malên xwe terikandin. Hat daxuyandin ku lêpirsîn didome û ji bo binçavkirina berşikên mayîn jî xebat berdewam dikin.
Îdiaya gendeliyê ya di KPSSyê de
Li ser îdiayên ku di KPSSya 2010an de gendelî hatiye kirin û şûnde Serokatiya Daîreya Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li dijî Qaçaxçitî û Sûcên Organîze ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de di 23yê Adara 2015an de li 14 bajaran operasyon hatibû lidarxistin û 62 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 32 kes hatibûn girtin û 30yê din jî bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.