Haydar Şahin
12 Hezîran 2020•Rojanekirin: 13 Hezîran 2020
Li Erzirom, Erzincan, Îdir, Qers, Agirî û Erdexana bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê baranê bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be piştî nîvro li dora Erzirom, Erzincan, Îdir, Qers, Agirî û Erdexanê şiliyê bibare.
Germahiya hewaya herêmê ew ê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyê başûr ra rabe û dibe ku car caran guj bibe.
Bi şev germahiya hewayê li Qers û Erdexanê 11, li Erziromê 12, li Agirî û Erzincanê 13, li Îdirê 16 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Îdirê 29, li Erzincanê 28, li Agiriyê 26, li Erziromê 25, li Qersê 22 û li Erdexanê jî 21 pile be.