Türkan Tosun
22 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2020
Li Patnosa navçeya Agiriyê silq tên rakirin û cotkar silqên xwe teslîmî Fabrîqeya Şekir a Agiriyê dikin.
Li navçeyê li ser qadeke 24 hezar û 600 donimî çandiniya silqan tê kirin.
Cotkar bi makîneyên taybet va silqan derdixin.
Cotkar Sînan Donmezê got par bereketa silqan kêm bû lê îsal baş e.
Donmez anî ziman ewê heta dawiya mehê derxistina silqan temam bikin û wiha axivî: "Îsal baran barî. Em serê donimê 6-7 ton silq radikin ku ji ber vê em kêfxweş in. Me di meha nîsanê da dest pê kir û heta dawiya meha cotmehê karûbar dewam dikin. Em zeviyê cot dikin, tov direşînin, çape dikin, derman dikin, gubreyê direşînin û paşê silqan derdixin. Kar wiha diqede."
Donmez got îsal wan 3 qat zêde silq bi dest xist û wiha pê da çû: "Xwedê keda tu kesî û ya min zayî neke. Ji gubrê bigire heta mazotê, ji toxim bigire heta pereyê piştgiriyê dewlet dide me. Heke dewletê piştgirî neda me, me nikaribû bireşanda û bifrota."