15 Adar 2016•Rojanekirin: 15 Adar 2016
DIYARBAKIR
Hat ragihandin ku li Baglara navçeya Diyarbekirê li taxa Kaynartepeyê derketina derve hat qedexekirin.
Qaymeqamtiya Baglarê daxuyand ku li taxa Kaynartepeyê ji wan re agahî hatiye ku endamên rêxistina terorê wê çalê vekin, barîkatan daynin, teqemeniyan li kuçeyan bicih bikin, wê êrîşî dibistanan, saziyên kamuyê, welatiyan û hêzên ewlehiyê bikin û rê bigrin.
Walitiyê got ku ji bo ku aramî û ewlehiya gel bê parastin li taxa Kaynartepeyê derketina derve hat qedexekirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di 15ê adarê de ji saet 03.00an pê ve heta bangeke duyemîn derketina derve hat qedexekirin. Ji bo ewlehiya can û malê gelê me divê ew guh bidin vê qedexeyê. Dema qedexe hat rakirin, wê bê îlankirin."