Mümin Altaş
04 Sibat 2024•Rojanekirin: 05 Sibat 2024
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, 5 terorîstên ku li Xwakurka bakurê Iraqê û herêmên Pençe-Kilîtê hatin tesbitkirin, hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin, "Li ku derê dibin bira bibin, me şikeftên terorîstan ser serê wan da hilweşand, em hildiweşînin û em ê hilweşandinê bidomînin. Di encama operasyonên me yên ku em bi biryardarî didomînin da li Xwakurka bakurê Iraqê û li herêmên Pençe-Kilîtê 5 terorîstên PKKyî hatin tesbîtkirin û bi destê artêşa me hatin berterefkirin. Em biryardar in ku koka terorê di çavkaniya wê da biqelînin."