11 Tebax 2016•Rojanekirin: 11 Tebax 2016
VAN
Li Başqaleya navçeya Wanê wesayîta eskerî dema ku ji peywira dewriyeyê vedigeriya wergeriya, di qezayê de 2 esker birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin wesayîta bizirx a cureyê kobrayê ya girêdayî Lîvaya Hidût a 3yemîn a Albayrakê ya girêdayî navçeya Başqaleyê dema ku ji dewriyeyê digeriya nêzî Yekîneya Hidût a Gelîncîk wergeriya.
Di bûyerê de Çawîşê Pispor Huseyîn Dolucu û Ahmet Guzelê di wesayîtê de birîndar bûn.
Hat ragihandin ku eskerên birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Başqaleyê.