29 Îlon 2015•Rojanekirin: 30 Îlon 2015
BATMAN
Li Kozlûka navçeya Batmanê, teqemeniya ku endamên PKKya rêxistina terorê li ser rê veşartibû, dema ku wesayita polêsan a bizirx derbas dibû hat teqandin. Di teqînê de polêsek cangorî bû, 3 polês û 5 welatî jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, terorîstan ser rêbejaya Batman-Kozlûkê nêzî gundê Samanyoluyê, teqemenî binerd kirin û dema ku wesayita polêsan derbas dibû, teqandin. Di teqînê de polêsek cangorî bû, 3 polês û 5 welatiyên di kamyonet û minîbêsa wê gavê ji wir derbas dibûn de jî birîndar bûn.
Ekîbên serwîsa 112 ya acîl birîndar birin nexweşxaneyên li Batmanê.
Ji ber teqînê, rê ji çûnûhatinê re hat girtin. Ji bo qefaltina terorîstan xebat dan destpêkirin.