Hüseyin Cem Dağıstanlı
02 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2025
Walîtiya Stenbolê ragihand ku piştî erdheja mezinahî 5 ya ku li Behra Marmarayê li peravên Marmaraereglisiyê çêbû, vê gavê li bajêr tu agahiyeke xesarê nehat wergirtin.
Di daxuyaniya li ser hesabê Walîtiyê yê medyaya civakî yê biwarê erdheja mezinahî 5 ya li Behra Marmarayê li peravên Marmaraereglisiya Tekîrdaxê çêbû, wiha hat gotin:
"Piştî erdheja mezinahî 5 ya li peravên Marmaraereglisiyê ya Behra Marmarayê, vê gavê li Stenbolê agahiyeke xesarê nehatiye wergirtin. Ekîbên me yên qadê li tevahiya bajêr dest bi vekolînan kirine. Ricaya me ji welatiyan ew e ku nêzîkî avahiyên bixesar nebin û daxuyaniyên saziyên erkdar bişopînin."
Li Behra Marmarayê di saet 14.55an da bi mezinahiya 5an erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebirina Rewşa Afat û Acilê (AFAD), di Behra Marmarayê da li peravên navçeya Marmaraereglîsî ya Tekirdagê bi mezinahiya 5an erd hejiya.
Li gor tesbîtê erdhej 6,71 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.