Haydar Şahin
26 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2019
Li Adilcewaza navçeya Bidlîsê keleka koçberên bêdestûr tê da bûn serobino bû 7 biyanî mirin 64 kes hatin xilaskirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku îro di saet 02.30-03.00yê ber destê sibê da li perava Behra wanê di navbera gundên Erîkbaxi û Karşiyakayê da keleka ku tê da koçberên bêdestûr ên welatiyê Pakistan, Efxanistan û Bangladeşê hebûn dema nêzî beja dibû serobino bû.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Li gor tesbîtên ewil 5 kes li dewsa bûyerê mirî hatin dîtin, 2 kes jî rakirin neweşxaneya Adilcewazê li wê derê mirin. Di bûyerê da 7 kes mirin. 64 kesên hatin xilaskirin jî ji bo dîtina hewcedariya wan a sitarbûn û xwedîkirinê û temamkirina karûbarên fermî rakirin nexweşxaneyên me yên li Tetwan û Adilcewazê. Ekîbên AFADê û cendirme li herêmê bi xozneberên ewlekariyê ra xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin. Ji bo bûyerê lêpirsînên edlî û îdarî dan destpêkirin."
- Ji Wanê ekîp sewq kirin
Li gor îfadeya koçberên bêdestûr ên hatin xilaskirin dibe ku di avê da hin kes mabin ji bo vê ekîb xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.
Ekîbên Amirtiya Koma Xozneberiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Wanê û Tîma Lêgerîn û Xilaskirina Binê Avê ya Fermandariya Tîma Botê ya Edremîtê sewqî herêmê kirin.
Ekîbê di xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li perava Adilcewazê da alîkariyê bidin.
Tê nirxandin ku organîzatorên revandina koçberên bêdestûr ji bo li ser rêbejaya Wan û Bidlîsê neyên girtin bi kelekê hewl dane ji Behra Wanê ra derbas bibin.
Ekîbên ewlekariya peravê û yên cendirmeyan jî li ser rêya qaçaxçî bi kar tînin xebatên dewriyeyê didomînin.