Deniz Çiçek Palabıyık
16 Hezîran 2021•Rojanekirin: 17 Hezîran 2021
Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş diyar kir, ekîbên Parastina Gumrikê li Bendera Mêrsînê tonek kokaîn qefalt û wiha got, "Ev qefaltin, qefaltina herî mezin a kokaînê ye ku heta roja îro li Tirkiyeyê hatiye kirin."
Muş li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser mijarê daxuyanî da.
Muş ragihand ku ji hêla ekîbên Parastina Gumrikê ya Wezareta Bazirganiyê li Bendera Mêrsînê tonek kokaîn qefaltin û wiha got, "Ev qefaltin, qefaltina herî mezin a kokaînê ye ku heta roja îro li Tirkiyeyê hatiye kirin."
Muş ji ber vê operasyona serkeftî ekîbên Parastina Gumrikê pîroz kirin.