20 Hezîran 2020•Rojanekirin: 21 Hezîran 2020
Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku li Tetwana navçeya Bidlîsê yekîneyên Herekata Taybet a Cendirmeyan operasyon kirin û 2 terorîst berteref kirin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat desnîşankirin ku di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da yekîneyên Herekata Taybet a Cendirmeyan ên Fermandariyê ya Bajêr li Tetwanê operasyon kirin.
Di operasyonê da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Operasyonên li herêmê dewam dikin.