BINGOL
Li Bingolê bi çekên guledirêj êrîşî Midûrê Ewlehiyê Atalay Urker û kesên bi wî re kirin.
Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Atalay Urker, Arîkarê Midûrê Ewlehiyê Atîf Şahîn û Serkomîser Huseyîn Hatîpoglu dema kargehên ku di xwepêşandanên bêdestûr de zirar dîtin digeriyan kesek an jî hin kesên ku nasnameyan wan nediyarin bi çekên lûledirêj êrîşî wan kirin.
Di bûyerê de Arîkarî Midûrê Ewlehiyê Şahîn di cihê bûyerê de, Serkomîser Hatîpoglu jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Bingolê şehîd ketin.
Midûrê Ewlehiya Bajêr Urker jî bi xedarî birîndar bû. Urker li serwîsa nexweşiyên giran ên Nexweşxaneya Dewletê ya Bingolê tê dermankirin.