13 Adar 2019•Rojanekirin: 13 Adar 2019
Berşikê ku hat tesbîtkirin li Sûriyeyê di bin sîwana rêxistina terorê YPG/PKKyê da fealiyet kiriye, li Bursayê hat binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê û Serokatiya Herêma Bursayê ya Teşkîlata Îstisbarata Neteweyî tesbît kirin ku berşikê mêr M.A. yê Sûriyeyî li navçeya Mustafakemalpaşa li malekê xwe veşartiye.
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bursayê operasyon bir ser mala navborî. M.Ayê ku hat binçavkirin, birin Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê.