Rıdvan Korkulutaş
01 Îlon 2024•Rojanekirin: 01 Îlon 2024
Li Gença navçeya Bîngolê agirê ku bi TIRa di rê da diçû ket, bi destê ekîbên îtfaiyeyê hat temirandin.
TIRa madeya xav a plastîkê barkirî ya nasnameya ajokarê wê hê nehatiye tesbîtkirin, dema di rêbejaya Genç-Bîngolê da diçû, di dorseya wê da şewat derket.
Ajokarê şewat ferq kir, TIR li kêleka rê rawestand û xeber da îtfaiyeyê.
Li ser îxbarê ekîba Îtfaiyeya Şaredariya Gençê bi hawarê çû û agir temirand.
Ji ber şewayê dorseya TIRê bû rijik.