Li Diyarbekir û Bîngolê hin kesan kovara Charlîe Hebdoyê ya ku li Parîsê derdikeve û karîkatorên qaşo teswîrên Hz. Mihemed in weşand, protesto kirin.
Li Diyarbekirê koma ku piştî nimêja îniyê li ber derê Mizgefta Mezin (Ûlû Camî) hatin bal hev tekbîr anîn û dirûşme berz kirin. Di nav komê de ji endamên Weqfa Alîkariya Mirovahî ya Maf û Azadiya Mirovan (ÎHH) a Şaxa Diyarbekirê, Cemiyeta Mûstazafan, Memûr-Sen û Ozgur-Derê hebûn.
Li ser navê komê Serokê Platforma Bangewaziya Tesettûrê (TESÇAG) Mehmet Dûyû daxuanî da û diyar kir ku di rojên dawîn de li cîhana rojavayê dijminiya li hemberî Hz. Mihemed carek din derket holê û ev tevger ji polîtîkaya dewletê jî derbas bû û bû tevgereke civakî.
Dûyû axaftina xwe wiha domand: "Ew meseleyên ku li Fransayê qewimîn sedema Îslamofobiyê nînin tersê wê encama hemû zilmên ku ser wan hatine girtin e. Civaka Rojavayê berdêla tiştên ku kiriye dide. Bi navê azadiyê ve li êrîşên ku li dijî pîrozbahiyên Îslamê hatin kirin ceza nehat birîn, li hemberî van kirinan çavên xwe girtin û di ser de jî ji bo wan kirinan xelat dan. Fransa li Afrîkaya Navîn di ser de li Malî, Sûriye, Iraq û gelek heremên Îslamê xwînê dirêjine. Ji ber vê jî êrîşa li ser Charlîe Hebdoyê encama kirinên wane û sedemên van jî di dîroka wan de hene."
-Bîngol
Li Bîngolê jî bi pêşengiya Komeleya Kalem Bîngolê ve hin saziyên civakî yên sivîl çalakiya bi navê "Ji Pêxemberê me re Sedeqat û Bertek li Dijî Dijminên Îslamê" de hatin bal hev û li ber Birca Saetê ya ku li ser Kolana Gencê ye kom bûn.
Herî ewil Qûr'an hat xwendin û paşê jî endamê Komeleya Qelemê Enis Agirbaş daxuyanî da û diyar kir ku bi hinceta êrîşa li Fransayê qewimî li hemberî pîrozbahiyên îslamê êrîş tên kirin.