Parlementerên AK Partiyê yên Diyarbekirê Mîne Lok Beyaz û Oya Eronat çûn serdana malbatên ku îdia dikin rêxistinê zarokên wan revand û ji ber vê çalakiya rûniştinê dikin. Beyaz û Eronatê qendîla malbatan pîroz kir û bi dayîkan re yek bi yek eleqedar bûn.
Eronat û Beyazê ji ber girîna dayîkan gelek hesteyar bûn û giriyan.
Eronatê wiha got: "Ji van malbatan têlefonek ji parlementereke jin re diçe. Hevoka wê wiha ye, 'bi zarokên xwe re serbilind bin, ji ber ku derketin serê çiyê' ez jî bangî wê xanimê dikim. Ji ber ku navê wê di çapemeniyê de cî girt, ez ê navê wê bidim. Ez bangî Nûrsel Xanimê dikim. Heke tu bi kesên ku dertên çiya gelek serbilind î, keçeke te heye tu jî destên wê bigre derkeve çiya."
Beyazê jî diyar kir ku ew bangî hemû Tirkiyeyê, Diyarbekirê û kurdan dike û wiha pê de çû "Ev malbat li vir in, ka hûn li ku ne? Em zarokên xwe dixwazin. Ev zarok xwedî wê îradeyê ne ku bi serê xwe derkevin çiyê? Dema ku hevşaredarên vê şaredariyê derbas dibin silavekê jî nadin van malbatên ku li pêşiya şaredariyê rûdinin."