Osman Bilgin
12 Adar 2024•Rojanekirin: 13 Adar 2024
Li Diyarbekirê minîbusa ku xwendekar dibirin navenda rehabîlîtasyonê welgeriya şerampolê, 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku şofêrê wê M.A û plaqeya wê 21 AAU 209 e xwedekar dibirin navenda rehabîlîtasyonê.
Minîbus li Taxa Gurdoganê ya navçeya Yenîşehirê li ser rêya Diyarbekir-Sîlvanê ji kontrolê derket û welgeriya şerampolê.
Li ser cawdayînê ekîbên Tenduristiya Bilez ya 112yê û polês hatin cihê qezayê.
Ekîban 4 jê zarok, tevahî 9 birîndar rakirin nexweşxaneyê.