DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê bi sedema salvegera ji Sûriyê derxistina damezrînerê rêxistina terorê Abdûllah Ocalan, girseyek xwast ku pêşandeyek bêdestûr li dar bixe. Polêsan destûr neda girseyê.
Girseya ku di nav de parlamentera BDPê ya Diyarbekir Nûrsel Aydogan û rêvebirên BDPyî hebûn xwast ku hetanî kolana Sakaryayê bimeşe.
Piştî axavtina Parlamentera BDPê Nûrsel Aydogan û peywirdarê Midûryeta Ewlehiyê, polêsan ji bo daxuyaniya çapemeniyê destûr da û daxuyanî hat kirin.
Di daxuyaniyê de Aydogan bal kişand li ser pêvajoya çareseriyê û got: "Ji bo pêvajo bi ser bikeve divê çi dikeve ser milê kê bîne cih."
Piştî daxuyaniyê di nav girse û polêsan de arbede derket.