İbrahim Atmaca
21 Tebax 2019•Rojanekirin: 21 Tebax 2019
Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê sê malbatan bi çekan şer kir û yek jê jin 5 kes hatin kuştin, 8 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, li gundê Gokçetevekê Enver Tekîn ji ber sedemeke ku hê ne diyar e Gulşen Poyraza keça xwe ya ku dabû malbata Poyraz anî mala xwe. Li ser vê malbata Poyraz ji bo ku biçe Gulşenê bîne çûn mala Enver Tekîn. Li mala Tekîn herdu malbat bezîn hev û paşê bi çekan şer kirin. Paşê malbata Narîn jî hatin pişta malbata Tekîn.
Di şer da Azîz Narîn (22), Halîse Narîn, Gokhan Narîn (22), Edîp Ograş û kesekî ku navê wî hê ne diyar e hatin kuştin, Cevat, Felak, Mevlut, Burak, Munevver û Cevat Narîn, Tegmen Yapici û Firat Tekîn ji birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên Sîlvan û Diyarbekirê.