16 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2020
Li çil û çiyayên Liceya navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da li sitargehekê 18 bombeyên destan, 500 kîlo amonyum nîtrat, 300 qiram teqemeniya C-4 û cebilxane hat girtin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku operasyona di 14ê rêbendanê da li çil û çiyayên Liceyê li dijî sitargehên PKKyê dan destpêkirin bi serkeftî hat temamkirin.
Di operasyonê da sitargehên ku terorîstên PKKyî bi kar dianîn hatin îmhekirin.
Di sitargeheke di nav dar û keviran da çêkiribûn da 18 bombeyên destan, 500 kîlo amonyum nîtrat, 300 qiram teqemeniya C-4 û du muhîmatên roketavêjan, 5 fîşengê sewqa roketavêjan, 40 pîlên mezin, 350 qayîşên sîlehan, 210 palaqe, 15 kincên terorîstan, 500 kîlo xurek û gelek kinc hatin girtin.
Ekîbên Îmhekirina Amûrên Teqemeniyê bombe, teqemenî, amonyum nîtrat û arên din îmhe kirin.
Wekî mayîn di operasyonê da A.A. û V.A.yê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekriê ji bo wan lêpirsîn daye destpêkirin jî hatin binçavklirin.
Karûbarên li fermandariya cendirmeyan ê şikbaran hê dewam dikin.