10 Gulan 2016•Rojanekirin: 10 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Li Baglara navçeya Diyarbekirê mensûbên PKKya rêxistina terorê bi wesaîta bombebarkirî va êrîşî wesaîta serwîsê ya polêsan kir û li gor agahiyên ewilîn 12 kes birîndar bûn û di nav wan da sivîl jî hene.
Li gor agahiya ku hat hildan, li navçeya navend a Baglarê li ser bûlwara Dîcleyê dema ku serwîsa polêsan derbas dibû, mensûbên PKKya rêxistina terorê wesaîta bombebarkirî teqand.
Di teqînê da li gor agahiyên ewilîn 12 kes birîndar bûn û di nav wan da sivîl jî hene.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên der û dorê.
Ji ber şîdeta teqînê gelek avahiyên der û dorê xesar hildan.