09 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2015
Di encama gulebarana mensûbên PKKya rêxistina terorê yên ku rêbeja Diyarbekir-Haniyê birîn, polêsê ku bi xanima xwe û zarokê xwe re diçû navçeya Haniyê şehîd bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin polês Salih Eroglu piştî ku li Diyarbekirê danûsitandin kir bi xanima xwe û zarokê xwe yê 3 salî re vegeriya navçeya Haniyê ya ku wir peywirdar e. Eroglu dît ku terorîstan rê biriye û bi wesayîta xwe paş ve vegeriya. Di encama gulebarana bi çekên lûledirêj ên terorîstan de polês Eroglu şehîd ket. Di êrîşê de xanim û zarokê Eroglu birîndar nebûn û filîtîn.
Hêzên ewlehiyê piştî bûyerê ji bo girtina terorîstan li herêmê operasyon dan destpêkirin.