Fatih Azgın
07 Tebax 2024•Rojanekirin: 07 Tebax 2024
Li Kozana navçeya Edeneyê di saet 05.32yan da bi mezinahiya 4,6an erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD), li Kozanê bi mezinahiya 4,6an erd hejiya.
Li gor tesbîtê erdhej 7,6 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Qaymeqamê Kozanê Bahatîn Alp Arslankoylu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku tu xebera rewşeke neyênî negihiştiye ber destê wan, welatiyên ku li apartmanan dijîn, wekî tevdîr derketin derva.