ELAZIG
Li Elazigê kamyoneteke ku xebatkar tê de bûn, li dîrega ceyranê qelibî û 7 kes birîndar bûn.
Kamyoneta bi plakaya 21 AB 445 a ku ajovaniya wê Yuksel Dîlekçî dikir, li ser rêya Elazigê, ji rê derket û li dîrega ceyranê ya qeraxê rê qelibî. Ajovan û 6 kesên din yên di wesayîtê de birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan şandin nexweşxaneyên derdorê û hat diyarkirin ku rewşa 2 birîndaran xedar e.