Kemal Özdemir
07 Tebax 2023•Rojanekirin: 07 Tebax 2023
Li Erzinganê agirê ku bi mereka 100 ton ka tê da bû ket, hat temirandin.
Li gundê Golpinarê yê li ser navendê, mereka Taşkin B. ya qedera 100 ton ka tê da bû, ji ber sedemeke nediyar agir pê ket.
Li ser îxbarê, ekîbên cendirme û îtfaiyeyê bo deverê hatin şandin.
Şewat bi midaxeleya bi 5 wesayîtên îtfaiyeya Şaredariya Erzinganê û çend makîneyên kar va bi xebata 5 saetan va hat temirandin.
Di mereka ku bi tonan ka şewitî da xesar çêbû.