18 Gulan 2017•Rojanekirin: 19 Gulan 2017
ERZURUM
Li Erziromê di navbera PKKya rêxistina terorê û hêzên ewlehiyê pevçûn derket. Di encamê de terorîstek hat kuştin û eskerekî pispor jî birîndar ket.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê operasyonên ku ji aliyê tîmên Fermandariya Cendermeyên Bajêr yên ku li Şenkayaya navçeya Erziromê û Goleya navçeya Erdexanê tên kirin bênavber dewam dikin.
Daxuyaniyê de hat gotin ku di pevçûna navbera rêxistina terorê û hêzên ewlehiyê de terorîstek hatiye kuştin, eskerekî pispor jî birîndar ketiye.
Hat ragihandin ku operasyonên li dijî rêxistina terorê wê dewam bikin.