22 Sibat 2016•Rojanekirin: 22 Sibat 2016
ENBAR
Li wîlateya Enbarê ya ku girêdayî Felluceya bajarê Iraqê di navbera rêxistina terorê DAEŞê û eşîran de pevçûnên giran çêdibin. Hat ragihandin ku DAEŞê 110 sîvîl revand û ji eşîran re got ku bila pevçûn êdî dawî bibin.
Endamê Komîteya Ewlehiyê ya Konseya Bajar a Enbarê Racî el-Îsavî ji nûçegihanê AAyê re got ku DAEŞê li Felluceyê 110 sivîlên ku temenê wan di navbera 15 û 35an de ne revand.
Îsavî wiha axivî: "Rêxistinê eşîrên li Felluceyê tehdît kir û ji wan re got ku heke pevçûn bidawî nebin ew ê van rehîneyan bikûjin. Piştî ku sîvîl hatin revandin pevçûn hinekî kêm bûn. Milîsên eşîran ji bo ku milîtanên rêxistinê bikujin niha ji şûna pevçûnan bi tenê suîkastan dikin."
Li Felluceya ku di destê DAEŞê de ye eşîrên sunî li hember rêxisrinê serî hildan û ji ber vê pevçûnên mezin çêbun. Di van pevçûnan de hin milîtan hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn. Hat gotin ku hin herêm ji destê DAEŞê hatin hildan.