Sayim Harmancı
26 Adar 2023•Rojanekirin: 26 Adar 2023
HEKARÎ (AA) - Li Hekariyê di saet 01.20î da bi mezinahiya 3yan erdhej çêbû.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD), li Hekariyê bi mezinahiya 3yan erdhej çêbû.
Li gor tesbîtê erdhej 13,83 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Walî û Cîgirserokê Şaredar Îdrîs Akbiyik li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand piştî erdhejê lêkolîn hat kirin lê tu xebereke nebaş tune.