Fırat Taşdemir
07 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2021
ANKARA (AA) - Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, li herêma herekata Mertalê Feratê bi êrîşa rêxistina terorê, eskerek şehîd bû.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat diyarkirin, li herêma herekata Mertalê Feratê bi êrîşa rêxistina terorê ya bi roketavêjê va Eskerê Bipeyman ê Piyadeyê Behrê Tayfun Ozkose şehîd bû.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar jî ji ser hesabê wezaretê yê medyaya civakî ra ji bo şehîd Ozkose peyama serxweşiyê weşand.
Akar di peyama xwe da wiha got, "Hevalê me yê çekê yê qehreman di 7ê Cotmehê da şehîd bû. Ez li ser navê xwe û li ser navê mensûbên Wezareta Parastina Neteweyî ji bo şehîdê me yê qehreman ji Xwedê rehmetê, ji bo malbata wî ya bikeder û miletê me yê esîl jî serxweşî û sebrê dixwazim."