Elif Küçük
29 Îlon 2023•Rojanekirin: 30 Îlon 2023
Ji ber tavî û barana li Milê Anadoluyê yê Stenbolê dibare, li Pendîkê teqalên avê çêbûn.
Li bajêr taviya baranê ya ku duh bi navber tesîra xwe nîşan da, îro serê sibehê li Milê Anadoluyê dîsa dest pê kir.
Li Maltepe, Kartal, Pendik, Tuzla û Sultanbeyliyê hin welatiyên bêtedbîr li ber taviyê man. Welatiyên bêtedbîr ji bo ku şil nebin, revîn rawestgehên otobusan û bin tenteyên dikanan.
Li Pendîkê ji ber taviya tesîra xwe zêde kir, li ser rêyên sereke û hin kuçeyan teqalên avê çêbûn, wesayît bi zehmetî di rê da çûn.
Di Derwazeya Binî ya Kaynarcayê da ji ber ava gol bû, ajokarek tevî wesayîta xwe mehsûr ma. Zilamê rabû ser wesayîta xwe, piştî ku qederekê rawestiya, xwe avêt ser milê dîwarê li rex û xwe xilas kir.
Ber bi îstiqameta Balafirgeha Sabiha Gokçenê li ser rê av gol bû, lewma hin wesayît di rê da man, hinek jî bi zehmetî di rê da çûn.
Her wiha ava ku di rêyan da gol bû, kişiya behrê û di encamê da li Pendik Marinayê gemar bi ser rûyê avê ket.
Li tanga Madenlera Çekmekoyê û Samandiraya Kartalê ji ber baranê rê şimşat bû û qezayên ziyana madî çêbûn.