10 Nîsan 2016•Rojanekirin: 11 Nîsan 2016
DELHIYA NÛ
Li Keralaya eyaleta Hindistanê di perestgehekî de, duh şevê teqînek çêbû û 100 kes mirin.
Li gor nûçeyên medyaya Hindistanê, çirûskeke ku ji fîşengên hewayî pekiya bû sedem ku di perestgehê de teqîn çêbe. Hat gotin ku di teqînê de herî kêm 100 kes mirin û 350 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Karên Navxweyî Rajnath Sîngh bi Serokwezîrê Eyalata Keralayê OOmmen Chandy re axivî û der barê bûyerê de agahî hilda. Sîngh sersaxî da malbatên miriyan û got ku hikûmeta navend weke alîkariyê, çi ji dest bê wê bike.
Di nûçeyan de hat gotin ku di mihrîcana Vîşuyê ya ji bo sersala nû tê pîrozkirin de fîşengên hewayî di perestgehê de hatine komkirin, lê ev dereqanûnî ye.
Hat ragihandin ku rêvebiriya perestgehê û kesên ku fîşengên hewayî teqandine wê îfadeyê bidin.