23 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2016
KILÎS
Li Kilîsê di malekê da têqîn çêbû, di teqînê da 2 kes birîndar ketin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, di xaniyekî li Taxa Hakverdiyê teqîneke ku sedema wê nayê zanîn çêbû.
Di teqînê da zirareke mezin çebû, yekê wan zarok 2 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansa rakirin Nexweşxaneya dewletê ya Kilîsê.
Ji ber tesîra teqînê camên xaniyên li der û dorê, mizgeftê û navenda tenduristiyê şikestin.
Hêzên ewlekariyê li dorberê xanî tevdîrên ewlehiyê girtin. Ekîbên lêkolîna li dewsa bûyerê vê gavê li malê lêkolînan dikin.