Ömer Yasin Ergin,Ahmet Kaplan
28 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2023
Li Liceya navçeya Diyarbekirê şewata ku li daristanê derket hat temirandin.
Li texma Taxa Arikliyê ya gundewarê navçeyê ye ji ber sedemeke hê ne diyar e agir bi qada darên mazî û giya lê heye, ket.
Li ser xeberê ekîbên agirkujiyê yên Midûriyeta Daristanê ya Diyarbekirê, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Şaredariya Licê sewqî ciyê şewatê kirin.
Ekîbên agirkujiyê midaxeleyî şewatê dikin û karkerên daristanê jî bi makîneyên kar va hewl didin ku rê li belavbûna agir bigirin.
Ekîbên cendirmeyan jî li herêmê tevdîr hildan û midaxeleya ekîban a hemberî şewatê dewam dike.
Di encama xebatên ekîban da şewat hat temirandin. Li herêmê xebatên sarkirinê didomin.
Di şewatê da 5 hektar daristan, 15 hektar jî qada bi giya zirar dît.