Önder Beyter
16 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2020
Di çarçoveya projeya "Qada Rekrasyona Tematîk û Peyzaj a Dewrûbera Çemê Muradê" ya Walîtiya Mûşê da xebatên ku li dewrûbera Pira Muradê ya dîrokî tên kirin, dê bibin wesîleya geşbûna turîzma bajêr.
Li dewrûbera Pira Muradê ya dîrokî ku 13 kîlometre dûrî navenda bajêr e û şopên mîmariya Selçûqiyan li ser hene, parqa zarokan, ciyê pêşangehê, parkurên macerayê, rêyên meşê, terasa temaşeyê û îskele hatin çêkirin. Bi van xebatên ku dîmena dewrûbera pira dîrokî guherand va armanc ew e ku turîzma bajêr geş bibe.
Waliyê Mûşê Îlker Gunduzoz di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir ku bi veberhênanên dewletê, bajar bilez bi pêş da diçe û diguhere. Gunduzoz bal kişand ku beşeke mezin a nifûsê bajêr, ciwan û zarok in û lewma jî di veberhênanan da ev yek li ber çavan tê girtin û wiha dewam kir, "Ji hêla Walîtiya me projeyeke sipehî hat cîbicîkirin. Me projeya rekreasyonê ya ji bo dewrûbera Çemê Muradê ku xeyala me bû, pêk anî û ciwan û zarokên me dê sûdeke mezin jê bistînin."
Gunduzoz bal kişand ku wan li herdu aliyên Çemê Muradê jî dar danîn û wiha got, "Ez wisa difikirim, gava bihar hat û tesîsên sosyal jî ketin fealiyetê, bi hezaran kes dê dawiya hefteyê bên vê derê, heta însan dê ji parêzgehên nêzîk ên wekî Bidlîs û Bîngolê jî werin vê derê da ku bêhna xwe bidin û ji xwe ra bigerin. Her wisa ev projeya me îstixdamê jî li xwe digire û gelek însan dê bikaribin li vê derê bixebitin. Me projeya xwe bi awayekî fîzîkî temam kir."