07 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2015
Di daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê de wiha hat gotin, "Di encama fealiyetan de wisa tê nirxandin ku 21 endamên rêxistina terorê hatin kuştin. Sê mensûbên rêxistina terorê jî hatine girtin."
Di daxuyaniya Walîtiyê de hat destnîşankirin ku li navçeya Nisêbînê bi armanca pêkanîna asayîşa qamûyê, kuştina terorîstan, tijekirina xendekan, rakirina barîqatan û desteserkirina şikberan ji 1ê cotmehê heta îro serê sibehê saet 06.00an qedexeya derketina derva dewam kir.
- 2 welatî mirin 6 kes birîndar bûn
Di daxuyaniyê de cih dan vê hevokê, "Di encama fealiyetan de wisa tê nirxandin ku 21 endamên rêxistina terorê hatin kuştin. Sê mensûbên rêxistina terorê jî hatine girtin" û wiha gotin:
"114 xendek û barîqat hatin rakirin. Di operasyonan de 2 hezar û 800 gram teqemenî hatiye bidestxistin û îmhakirin. 2 welatiyên me mirine û 6 jî birîndar bûne. Di operasyonan de polêsekî me birîneke sivik hildaye. Tedawiya polêsê me yê birîndar dewam dike. Di çarçoveya Qanûna Qebhetan de cezayê îdarî yê pereyan li 31 kesên ku qedexeya derketina derva binpê kirin, hat birîn."
Di daxuyaniyê de hat gotin çawa ku heta niha li hemberê terorê têkoşîneke xurt a di nava sînorên dewleta hiqûqê de hatiye dayîn, herwisa ev têkoşîn dê bidome û wiha hat gotin, "Em dubare spasiya welatiyên xwe yên Nisêbînê dikin ku li hemberî qedexeya derketina derva hesas tevgeriyan, sebir kirin, çi di warê îxbaran û çi jî di warên din de alîkariya hêzên me yên ewlekariyê kirin."