25 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2017
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di nava goristanekê de tunelek hat dîtin.
Li gorî agahiyan, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li taxa Zeynel Abidîna Nisêbînê tunelek hat dîtin ku di bin Goristana Kanîka re derbas dibe.

Di lêkolînan de derket holê ku tunel di bin goristanê re derbas dibe, digihije ser sînorê Sûriyeyê û li wêr dikeve ser xeta qenalîzasyonê. Qenalîzasyona navborî jî heta nava devera bi mayîn dirêj dibe.
Hêzên ewlekariyê wê tunelê weke cihê hatûcûn û guhastina çek, muhîmat û hişbirê ya rêxistina terorê dinirxînin.

- Di heman herêmê de pêştir tuneleke 400 metroyî hatibû dîtin
Li navçeya Nisêbînê 3yê mijdara 2016an de tuneleke 400 metroyî ku ji aliyê PKK/KCK, PYD/YPGya rêxistina terorê ji Qamişloyê ve hatibû kolan û bi qasî 50 metroya sînor derbas dikir hatibû tesbîtkirin.