Önder Beyter
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 30 Hezîran 2017
ANKARA
Li paytext Enqereyê di rêzeqezaya trafîqê da 3 otomobîl li hev ketin û 3 kesî can da, 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, li ser Rêya Dora Enqereyê otomobîlên ku nasnameya ajovanên wan hê diyar nîne û plaqeya wan 06 DT 3444, 06 FEK 86 û 34 BPA 03 ye yên ku ji tanga Karapurçekê ber bi îstiqameta Stenbolê diçûn, li nêzîkî viyaduga Bendava Çubuk 1ê li hev ketin. Hersê otomobîlên ku ji rê derketin, paşê totî kêleka rê bûn.
Li ser îxbarê ekîbên 112 Servîsa Hawarê û yên agirkujiyê hatin ciyê bûyerê û herwiha ji wesayîtên ku adeta bûn xurde, cesedê 3 kesan ku eşkere bû, navê wan Yuksel G, Yuksel B. û Davut E, derxistin.
4 kesên ku di qezayê da birîndar bûn, yên ku nasnameya wan hê diyar nîne jî bi destê tîmên tenduristiyê rakirin nexweşxaneyên nêzîk.
Ji ber bûyerê şerîteke îstiqameta Stenbolê ya rêya dora Enqereyê qedera 2 saetan girtî ma.