21 Adar 2019•Rojanekirin: 22 Adar 2019
Li qada ku ew ê di pêşîkêşiya HDPyê da çalakiya newrozê lê li dar bixin a li Diyarbekirê posterên Abdullah Ocalanê serkêşê PKKya rêxistina terorê yên binaxkirî hatin dîtin.
Li Baxlara navçeya navend a Diyarbekirê ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr li qada ku ew ê di pêşîkêşiya HDPyê da çalakiya newrozê lê lidar bixin tevdîrên ewlehiyê hildidin.
Di vê çarçoveyê da îro ber destê sibê ekîbên polêsan li dora qadê tevdîrên ewlehiyê hildan û bariyer kişandin dora qadê.
Polês bi "Atlas"ê kuçikê dedektor va li qadê geriyan û teqîbat kirin.
Kuçik li ciyekî bertek nîşan da li ser vê cî hat vedan û tê da posterên Ocalanê serkêşê PKKya rêxistina terorê yên binaxkirî hatin dîtin.
- Xozneberan kanalên avê kontrol kirin
"Xozneber"ên Amirtiya Koma Binê Avê ya Midûriyeta Ewleakriya Elezîzê jî li kung û kanalên avê lêgerîn kirin.
Piştî temamkirina tevdîran ew ê kesên tên çalakiyê hildin qadê.