25 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2016
QAMIŞLO
Hat ragihandin ku li Qamişloya navçeya Hesekeya li rojhilatê bakurê Sûriyeyê êrîşeke bibombe birin ser kafeyeke înternetê, di encamê da 5 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji jêderên herêmî yên li Qamişloyê wergirt, li Qamişloya li ser Hesekeyê, li taxa El-Wasatî ya ku piraniya wê xirîstiyan in, motosîkleteke bombebarkirî li ber kafeyeke înernetê hat teqandin û di encamê da 5 kes mirin, 7 kes jî birîndar bûn.
Êrîşa bibombe li devera ku di kontrola hêzên rejimê da ye pêk hat. Di êrîşê da di kafe û avahiyên nêzîk da xesar çêbû. Birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Selamê ya li navçeyê.
Tê gotin ku rêxistina terorê DAEŞê êrîş pêk anî.
Dîsa di meha berfanbarê da li herêma El-Awsat a li navçeya Qamişloyê sê çalakvanên xwekujiyê li xwaringeha Mîamî û Garrîelê bombeyên li ser xwe teqandibûn, di encamê da 16 kes miribûn û 35 kes jî birîndar bibûn.