ANKARA
Serokomar Abdullah Gul û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku li ser bûyerên Misrê biaxifin hatin li cem hev.
Serokwezîr Erdogan di saet 15.15an de çû Qesra Çankayayê. Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu jî beşdarî civînê bû.
Hatibû diyarkirin ku ev civîn dê roja duşemê li Îstanbulê pêk bê û dê li ser bûyerên Misrê bê axaftin. Lê hevdîtin paşve hatibû avêtin.