Di çarçoveya projeya "Tesbîtkirina Cureyên Marîjokan" de li ser sînorê Sûriyeyê "mergîska çolê (varanus griseus)" ya ku cisnê wê li ber tunebûnê ye û wek "gumgumoka mezin" tê zanîn, hat dîtin. Ev proje ji aliyê Komîsyona Lêkolînên Zanistî ya Zanîngeha Heranê ve tê meşandin û Saziya Lêkolînên Teknolojîk û Zanistî ya Tirkiyeyê (TUBÎTAK) jî piştgiriyê dide vê projeyê.
Hîndekarê Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Edebiyat û Fenê ya Zanîngeha Heranê Doç. Dr. Zulfu Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li ser sînorê Sûriyeyê "mergîska çolê" ya ku cisnê wê li ber tunebûnê ye û wek "gumgumoka mezin" tê zanîn, hatiye dîtin.
Yildiz diyar kir ku mergîska mezin bê zirar e û wiha got: "Dema mergîskê em dît, reviya, lê me mergîskê qefalt û wêneyên wê kişand. Em ê taybetiyên wê tesbît bikin û cardin berdin çolê."
Yildiz wiha axivî: "Mergîska çolê cureyeke taybet e. Di navbera salên 1960 û 2002an de nehatibû dîtin. Sala par li Şanliurfa û Şirnexê gundiyan 2 cureyan kuştibû. Cisnê wê li ber tunebûnê ye û kêm tê dîtin. Cisnê wê di bin parastinê de ye."