ŞIRNAK
Li Uludereya navçeya Şirnexê di daristanê de şewat derket. Di encama şewatê de 250 donim erazî zirar dît.
Şewata di daristana li Bestaya herêma Uludereyê de di demeke kin de mezin bû. Piştî ku îxbar gihîşte rayedaran ekîbên Midûriyeta Xebitandina Daristanê ya Şirnexê midaxeleyî şewatê kirin.
Berêvarê şewat hildan bin kontrolê û hat tesbîtkirin ku 250 donim erazî zirar dît.
Di dema temirandina şewatê de dû ji Mutluay Eren û Necatî Neng ên xebatkarên Midûriyeta Xebitandina Daristanê ya Şirnexê girt û her du xebatkar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Hat ragihandin ku rewşa Neng û Eren baş e.