13 Nîsan 2016•Rojanekirin: 14 Nîsan 2016
ŞIRNAK
2 notirvanên ku di Midûriyeta Ewlekariya Şirnexê da wezîfedar in û tê îdiakirin ku aliyê PKKya rêxistina terorê dikin hatin derdestkirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr tesbît kirin ku notirvan Y.Y. û A.Y. yên ku di midûriyeta ewlekariyê da wezîfedar in dema ku li bajêr qedexeya derketina derva û operasyonan dewam dikir bi terorîstan ra tevkarî dikirin.
Ekîban bi hûrgilî xebatên xwe domandin û tesbît kirin ku piştî saetên mesaiyê ev notirvanan bi terorîstan ra li taxê nobedê digrin.
Li ser vê Y.Y. û A.Y. yên notirvan hatin binçavkirin û piştî karûbarên li ewlekariyê ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin û sewqî dadgehê kirin.
Y.Y. û A.Y. piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî mihkemeyê kirin û bi hinceta "alîkirina rêxistina terorê" hatin girtin.