Li Stenbolê li hember rêxistina terorê DHKP-Cyê operasyon hat lidarxistin.
Li gor agahiyan tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê li Sultangazî, Gazîosmanpaşa û Bagcilarê operasyon birin ser 13 navnîşanan. Polêsên tevgera taybet, hêzên çevîk û firokeyan jî piştgirî dan tîman. Di operasyonê de di navnîşanan de lêgerîn hatin kirin û gelek şikbar hatin binçavkirin.
Dema operasyon hat kirin li taxa Gaziyê li ser kolana Îsmet Paşayê komeke ku rûyê wan nixumandî kevîr avêtin wesayîtên polêsan û reviyan kuçeyan.
Hat ragihandin ku oerasyon dewam dikin û dibe ku hejmara kesên ku tên binçavkirin zêdetir bibe.