25 Mijdar 2015•Rojanekirin: 26 Mijdar 2015
ÎSTANBUL
Di operasyona ku li dijî PKKya rêxistina terorê hat lidarxistin de 12 gumanbar hatin binçavkirin.
Li Kuçukçekmeceya navçeya Stenbolê di operasyona ku li dijî PKKya rêxistina terorê hat kirin de 2 kesên ku ji ber sûcê terorî der heqê wan de biryara girtin hebû jî di nav de bi tevahî 12 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên midûriyetên şaxên Têkoşîna Sûcên Qaçax û Tevgerên Taybet, Hêzên Çewîk û Asayişê di bin kordînasyona Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê re li Kuçukçekmeceyê bi operasyona hevdem li ser 20 navnîşanî de girtin.
Helîkoptêra polêsan jî rabû û piştgirî da operasyonê, polêsên ku tevlî operasyonê bûn çar aliyên Taxa Kanaryayê girtin û li derdorê tewdîrên ewlehiyê hildan.
Di operasyona li dijî PKKya rêxistina terorê hat kirin de 2 kesên ku ji ber sûcê terorî der heqê wan de biryara girtinê hebû jî di nav de bi tevahî 12 kes hatin binçavkirin û di lêgerînên ku li navnîşanan hatin kirin de çekek, gelek gule, belgeyên rêxistinî û cil û bergên ku di çalakiyên bêdestûr de tên bikaranîn hatin qefaltin.
Ekîba polêsan di çarçoveya operasyonê de li navnîşanekê jî 150 hezar pakêt cixareya qaçax girtin û hat îdiakirin ku dahata wan cixareyan wê ji bo piştgiriya aborî bidana PKKya rêxistina terorê.